Lînkên eksesibilîtî

Di Êrîşa Zanîngeha Ohio de 9 Birîndar Hene


Avahiyê Zanîngeha Ohio State

Avahiyê Zanîngeha Ohio State

Roja Çarşemê kesekî bi Trombêl û çeqoyan êrîş birye ser kesên li zanîngeha Ohio State li bajarê Columbus yê girêdayî eyaleta Ohio ya Amerîka, berpirsê polîsên bajarê Columbus Kim Jacob got"ew we hizir dikin ku êrîşek teorîstî be".

Berdevkê zanîngehê herweha kenalê WBNS TV gotine, di êrîşê de 9 kes birîndar bûn e û êrîşkar jî hatiye kuştin, herweha şahidên bûyerê dibêjin kesekî bi trombêla ji cûrê SUV rengê sor êrîş pêkanîye, kenalê herêmî (Columbus Dispatch) di twîteka xwe de tekez kirye ku, êrîşkar hatiye kuştin.

Çavkaniyên saxlemiyê dan zanîn ku, ji nava birîndaran bi tenê birîna yekî ji wan ya giran e.

Piştî êrîşê xwandin li zanîngehê hat rawestandin û hêzên ewlekariyê li her cihî tedbîrên pêwîst wergirtin e, zanîngeha Ohio City yek ji zanîngehên mezin yên Amerîka tê naskirin, nêzîkî 60 hezar xwendekarên wê hene.

XS
SM
MD
LG