Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

OPCW jbo Karanîna Gazên Jahrîn Hikûmeta Sûrî Şermezar Dike


Navenda giştî ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) li Denhag
Navenda giştî ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) li Denhag

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) îro Înê hikûmeta Sûrî şermezar kir ku gazên jahrîn kar anîne, ajansa Reuters îro Înê radigihîne.

OPCW herwiha rêxistina tundrê ya îslamî DAIŞ ji bi heman sedemê şermezar kir.

Di dengdana nepênî de piranîya 41 endamên Civata Rêvebir ya OPCW piştgirî dan pêşnîyara Amerîka û biryara rûreşkirina hikûmeta Beşar Esad dan.

OPCW berî jî ragihandibû ku zanyarên wê piştrast in ku gazên toksîk, taybetî jî klorîn ji alîyê rejîma Esad ve, bi awayekî sîtematîk wek çek hatiye xebitandin, rejîma Esad îdiayên wiha red dike.

XS
SM
MD
LG