Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê HDP'ê Baydemîr Hate Berdan


Berdevkê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û parlementerê wê yê Ruha Osman Baydemîr, ku îro hatibû binçav kirin, berî demeke kin hate berdan.

Baydemîr piştî ku li navenda polîsan îfadeya xwe ya li ser dozeke berê da, hate berdan.

Dadgeha Tirk, bo Baydemîr jiber doza ‘’heqareta li dijî karmendên dewletê’’ biryara girtinê dabû.

Baydemîr di komcivîna partîya xwe de gotibû ku ‘’jibo biryara girtinê hebe divê yekî ku direve jî hebe’’

Hêjayî bîrxistinê ye, hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 11 parlementerên HDP’ê girtî ne.

XS
SM
MD
LG