Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Rojnameke Nêzîkî Kurdan Qedexe Dike


Dadgeheke Tirkiyê rojnameke nêzîkî kurdan bi tawan têkiliyên wê li gel Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) qedexe kir û avahiyê rojnamê mohra qedexeyê lêxist û piraniya karmend û rojnamevanên wê girtin.

Dadgeha bajarê Stenbul, roja sêşemê biryara girtina rojnama Ozgur Gundem ya ku li tirkiyê weke rojnama nêzîkî kurdan tê naskirin ji sala 1992an de weşanê dike, fermana girtina wê hate dan,

Piştî fermana dadgehê polîsan êrîş birin ser avahiyê rojnamê ya ku li taxa Beyoglu ya Stenbulê ye, 23 karmendên wê girtin di nav de sernivîserê rojnamê Zana Kaya.

Li gur şahidan, polîsê Stenbulê hejmarek din ya rojnamevanên ku, dema êrîşa ser avahiyê Ozgur Gundemê li wir bûn girtin e.

Di çend rojên borî de desthilata tirkiyê nunerê rêxistina navnetewî ya Rojnamevanên Bêsînor li tirkiyê Erol Onderoglu bi tawana hevkariya li gel rojnama Ozgur Gundem ê girt bû.

Ji dema hewildana derbeya leşkerî ya neserkeftî 15î Tîrmehê li Tirkiyê hatiye dan heta niha zêdetirî 70 rojnamevan hatine girtin.

Roja çerşemê rojnamevanê DHA Hayrî Demir gote Dengê Amerîka "polîsan roja çarşemê dirêjî bi girtina rojnamevan û nivêskarên rojnamê dane û lêgerîn di malên wan de hatine destpêkirin, herweha got nivîskar û karmendên nehatîn girtin bi alîkariya Ofsîn hind rojnamên din li tirkiyê hejmara nû ya rojnama Ozgur Gundem weşand, lê rojname weke berê bi rupelên xwe yên temam nehat weşandin.

XS
SM
MD
LG