Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Civata Nûneran Tundîya Zerevanên Erdogan Şermezar Dike


Serokê Civata Nûneran yê Amerîkî Paul Ryan got ku tundîya ji parêzkarên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya dijî xwepêşanderên aştîxwaz li Washingtonê bi ti awayî nayê berevanî kirin.

“Tirkîye hevalbendeke girîng e, lê divê rêvebirên wê kiryara hovane ya dijî hemwelatîyên ku mafên xwe tên destûrî bi kar tînan, bi xurtî mehkum bikin û lêborînê bixwazin,” Ryan bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand.

Ryon herwiha bo Komîsyona Karên Derve yên Civaka Nûneran spasîyên xwe pêşkeş kirin ku bernivîsa ser şermezarkirina êrîşa parêzvanên Erdogan pejirandibû.

XS
SM
MD
LG