Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan ji Daxuyanîyên Dawî yên Îranê Nerazî Ye


Pakistan îro Sêşemê bang li balyozê Îranî yê li welêt kir û xema xwe li ser daxuyanîyên serfermandarê artêşa Îranê ragihand ku gotibû ewê terorîstên li hêla din ya sînor xin, heta ku Pakistan jibo sekinandina wan hin gavan davêje.

Wezareta derve ya Pakistanî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku balyozê Îranî jibo gîhandina xem û fikarên Pakistanê hate gazî kirin.

Ajansa nûçeyan ya IRNA do ji zarê General Mihemed Baqirî ragihandibû ku "ger Pakistan tixubê xwe kontrol neke, terorîstan negire û bingehên wan danexe…ewê li her derê stargeh û weşartgehên wan terorîstan bikin armanc."

Gotinên Baqirî di vê demê de tên ku 10 leşkerên Îranî yên nobedarîya sînor di pevçûnan de ji alîyê mîlîtanan ve hatibûn kuştin.

Îranê ragihandibû ku koma mîlîtan Ceyşh-el-Adl leşkerên wê, ji nav axa Pakistanê, bi çekên dûravêj kuştin.

XS
SM
MD
LG