Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Xwekujî ya Pakîstanê de Dehan Kuştî û Birîndar Hene


Roja duşemê li hember nexoşxaneka bajarê Quetta yê herêma Bloçistanê,li welatê pakistanê êrîşeke xwekujî pêkhat hejmareke zur ya kuştî û birîndaran hene.

Çavkaniyên Polîs û Dixtoran dane zanîn ku Kesek xwekuj li hemberî nexoşxanê xwe di nava girseya gel de teqandiye, piraniya wan parêzer û rojnamevan bûn, di encam de weke pêzanînên destpêkê 67 kesan jiyana xwe ji dest daye û dehan kes jî birîndar bûne.

Êrîşa xwekujî di wî çaxî de pêkhat dema girseya gel li hember nexoşxanê li benda wergirtina termê Bîlal Enwer serokê sendîka parêzerên herêma Bloçistanê bûn, yê ku serê sibeya roja duşemê dema qesta serkarê xwe dikir, bi rê de di êrîşeka çekdarî de hat bû kuştin.

Di di nava qurbaniyên êrîşa xwekujî de, serokê berê yê sendîka parêzeran Baz Mohamed Xan û Şahzad Xan wênegirê kenalê Tv ya AC hatine kuştin, tê texmînkirin ku hejmara kuştiyan bilindtir bibe.

Serok wezîrên Pakistanê Mian Mohammed Newaz Şerîf êrîş şermezar kir û da zanîn ku ew rê nadein wan kesên dixwazin herêm car din rastî aloziyan bihê.

Di daxuyaniyekê de, Ahsanullah Ahsan peyvdarê Jamaat-ul-Ahrar ku, gropeke çekdaran e, xwe nêzîkî tevgera Talîban dibînin ev êrîş girte ser xwe.

Wek tê zanîn herêma Bloçistan herêmeke binakok û pir nejad û eşîrgerî tê naskirin herweha rêberên berê yên Talîban li wê herêmê bûn.

XS
SM
MD
LG