Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Bombeyên Talîbanê de 6 Kes li Pakistanê Hatin Kuştin


Cîhê peqîna duyê li nêzîkî bajarê Peşawerê
Cîhê peqîna duyê li nêzîkî bajarê Peşawerê

Di du peqînên cuda de, herî kêm 6 kes îro Çarşemê li bakurê rojavayê Pakistanê hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn.

Karbidestên Pakistanî dibune zanîn ku peqîna herî kujêr li devera eşirî ya Mohmand ya nêzîkî sînorê Afganî çêbû, piştî ku êrîşvanekî xwekuj xwe li nêzî xala polîsan peqand.

Di wê êrîşê de 3 hêzên ewlekarî, du jî sîvîl hatin kuştin.

Di heman bûyerê de, êrîşvanê duyê ku bombe bi xwe peçandibû, ji alîyê polîsan ve, berî ku xwe bipeqîne, hate gule barandin û kuştin.

Daxuyanîya artêşa Pakistanî ragihand ku her du êrîşvan ji Afganistanê hatine û armanca wan ew bû ku xwe li nêzîkî avahîyên hikpmetê li bajarê Ghalanai bipeqînin.

Rêxistina Cemaat-ul-Ehrar, ku ji Talîbana Pakistanî cihê bûye, berpirsîya êrîşê rakir ser xwe.

Çend seet piştî êrîşa yekê, vê carê êrîşvanekî xwekuj bi motosaykileke êrîş bir ser trombîlekê ku karmendên dadwerî yên hikûmetê ji bajarê Peşawer li nav wê bûn.

Karbidestên Pakistanî radihand nku di wê êrîşê de ajotvan hate kuştin û 4 jî dadwer birîndar bûn.

Berdevkekî Talîbana Pakistanî ragihand ku wan ew êrîş kiriye û dadwer armanc girtine, jiber ku ew endamên Talîbanê mehkeme dikin û ceza li wan dibirin.

XS
SM
MD
LG