Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekuj de Herî Kêm 70 Kes li Pakîstan'ê Hatin Kuştin


Di sala 2013'an de, jinên li tirba Lal Şahbaz Qalandar bi cizbê dikevin
Di sala 2013'an de, jinên li tirba Lal Şahbaz Qalandar bi cizbê dikevin

Reuters'ê do Pêncşemê ragihand ku di êrîşeke xwekuj ya li Pakîstan'ê herî kêm 70 kes hatine kuştin û bi sedan jî birîndar bûne.

Êrîş li tirba Lal Şahbaz Kalender ya Sewhan ku li herêma Sindh e pêk hat. Berpirsîya êrîşê DAIŞ'ê girt ser xwe ku ev rêxistina tundrê bi awayekî eşkere roj bi roj li Pakîstan'ê mezin dibe.

Serokwezîrê Pakîstan'ê Nevaz Şerîf êrîş şermezar kir û soz da ku ewê li dijî çekdarên Îslamî têkoşîneke xurt bimeşînin.

''Ew çend rojên dawîyê pir zor bûn, dilê min bi qurbanîyan re ye. Emê nehêlin ku bûyerên wisa me ji hevdu cuda bikin, divê em nasnameya xwe ya Pakîstanî bi hev re biparêzin'' Şerîf got.

Hêjayî bîrxistinê ye, Cemaat-ur Ahrar, ku baskeke Talîbana Pakîstanî ye, nava vê hefteyê de li Pakîstan'ê du êrîşên xwekuj li dar xistibûn.

Piştî hin operasyonên berfireh yên di sala 2014’an de, ewlehîya Pakîstan'ê her çiqas li gor salên berê xurt bûbû jî Talîbana Pakîstanê û DAIŞ li wî welatî jinûve dibin gefên mezin.

XS
SM
MD
LG