Lînkên eksesibilîtî

Belemeke Penaberan li Derya Sipî Binav Bû, 5 Kes Xeniqîn


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) radigihîne ku di nav avên Derya Sipî de 5 termên penaberan hatine dîtin ku ji wan zarok bûn.

SOHR dide zanîn, di belemê de ku li nêzîkî Lîbya binav bû, bi giştî 26 penaxwaz hebûn ku ber bi Ewrupa ve diçûn.

Hate ragihandin ku 21 kesên rizgarkirî û 5 term bi keştîyeke hawarçûnê, ligel pirtir jî 200 kesên din yên rizgarkirî, ji Girava Sîcîlya ya Îtalî re hatin veguhastin.

XS
SM
MD
LG