Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Panetta Piştgirîya Xwe jibo General Allen Dîyar Dike


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Leon Panetta dibêje, bawerîya wî bi General John Allen heye ku ew wekî qaumandarê herî bilind yê hêzên Amerîkî li Afganistanê bimîne, tevî ku navê wî di bûyera karvekêşana serokê Ajansa Îstîxbaratî ya Navendî (CIA) David Petraeus de derbaz dibe.

Leon Panetta, daxuyanîya xwe ya pêşîn ya ser karvekêşana Petraeus îro Çarşemê li Australyayê da ku jibo danûstandinên hevkarîya stratejîk ya dualî li wî welatî ye.

General John Allen di bin vekolîna hindûrîn e, piştî ku Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) nêzîkî 20.000 heta 30.000 rûpel e-maîlên navbera wî û Xanim Jill Kelley hatin dîtin. Vekolîn hewil dide ku dîyar bike di naveroka e-maîlan de tiştên neqanûnû hene yan ne.

Gilîya Jill Kelley ya ser nameyên gefedar ji nivîskar Paula Broadwell, bibû sedem ku FBI dest bi vekolînê kirîbû. Serokê Ajansa Îstîxbaratî ya Navendî (CIA) David Petraeus General neçar mabû ku dest ji karê xwe berde, piştî ku peywendîya wî ya seksî bi Xanim Broadwell re eşkere bibû.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Leon Panetta hişyarî da rojnamevanan ku bi lez û bez negehejin encamekê, berî ku hurgilîyên bûyerê bi tevahî eşkere bibin.
XS
SM
MD
LG