Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Xelata Xelata Charlemagne ya Navnetewî Werdigire


Papa Francis jiber peyamên wî yên “hêvî û cesaretdayînê” hêjayê Xelata Charlemagne ya Navnetewî hate dîtin û ew xelat îro Înê li Vatîkanê hate pêşkêş kirin.

Papa Francis di axaftina xwe ya wergirtina xelatê de bang li Ewrupa kir ku “dîwaran hilweşîne û piran ava bike”. Wî got penaberbûn ne sûc e, lê fermana pêgirîya rêzgirtin û rûmeta hemî mirovan e.

Papa Francis di axaftona xwe de cîh da gotara navdar “Xewneke Min Heye” yê Martin Luther King û got, ew Ewrupayekê dixwaze ku li zarok, genc, kalûpîr, nexweş û xizanan û kesên nûhatî ku her tiştên xwe hinda kirine û li hewceyî stergêhekê ne, xwedî derdikeve.

Papa bi bîr xist ku Ewrupî pêşengên mafên mirovan, demokrasî û azadî ne û ware helbestvan, fîlozof, hunermend, muzîkvan û jin û mêrên rewşenbîrên navdar e.

Wî daxwaz ji Ewrupîyan kir ku van nirxên xwe bi bîr bînin û penaberên nû hatî hembêz bikin.

Di merasêma xelatdayînê de Qralê Îspanî Felipe, Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Serokwezîrê Îtalî Matteo Renzi û rêberên bilin yên Yekîtîya Ewrupa Donald Tusk, Jean-Claude Juncker û Martin Schultz jî amade bûn.

XS
SM
MD
LG