Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump û Papa Francis Kom Bûn


Serokê Amerîka Donald Trump di serdana Vatîkanê de bi Papa Francis re kom bû.

Qesra Sipî bi daxuyanîyekê ragihand ku Trump bi Papa re ser hevkarîya bo têkoşîna li dijî terorê axifîye. Li gor daxuyanîyê, Trump û Papa ser çareserkirina kêşeyên li herêmên wek Sûrîye û Lîbya peyîvîne.

Trump di hevdîtinê de dîyar kir ku Amerîka û Vatîkan di gelek mijaran de hevbîr in û jibo mafên mirovan û parastina azadîyên olî li seranserê cîhanê xebatan dimeşînin.

Serok Trump di hevdîtinê herwiha ser têkoşîna Amerîka ya li dijî birçîbûna cîhanî jî sekinî û ji Papa re ragihand ku Amerîka jibo çareserkirina kêşeyên birçîbûnê yên li Yemen, Sûdan, Somalî û Nîjerya 300 mîlyon dolar alîkarî kiriye.

Bîragiştî bi meraq li benda hevdîtinê Trump û Papa Francis bû ku her duyan derbarê dîwarê li ser sînorê Meksîka, guherîna îqlimê û nêrînên ser Misilmanan ramanên berovajî hev gotibûn û hev du rexne kiribûn.

Lê li gor dîmenên hevdîtinê û peyamên hatine dayîn, wisa xuya ye ku hevdîtina ku bi qasî nîv demjimêr dom kiriye bi awayekî xweş derbas bûye.

Trump li ser Twitterê jî derbarê hevdîtina bi Papa Francis re nivîsî.

‘’Hevdîtina bi Papa Francis re bo min rûmeta herî mezin ya jîyana min e. Bo şopa li dû aştîya cîhanê ji Vatîkanê bi awayekî xurttir derdikevim’’ Trump got.

XS
SM
MD
LG