Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xizmekî Êrîşkarê Charlie Hebdo li Bulgaristanê Hat Girtin


Ji Paris hat ragihandin ku desthilatdarên Bulgarî, birayê jina yek ji êrîşkarên ser kovara karîkatorî Charlie Hebdo bi tawan terorê li Bugariya zîndan kiriye.

Mourad Hamyd yek ji wan kesan bû yên ku, navê wî di lista beşdarên êrîşa ser kovara Charlie Hebo bû, ya ku li meha duyan ya sala 2015an de li Parîs pêkahtî û gelek kesan jiayan xwe jidest dayî, lê wî çaxî hevalên wî yên xwandingehê di tora mediya civakî de, dest bi kampênek paqijkirina navê wî kir bûn, dabûn zanîn ku, dema êrîşa Parîs pêkhatî Mourad Hamyd di pola xwandinê de bû, liser navê wî nivîsand bû," Ez niha di pola xwe ya xwandingehê de me û bi aramî li gel daybabên xwe dijîm".

Serdozgerê giştî yê Parîs roja duşemê dabû xuyakirin ku, kesekî nêzîk yê ku meha borî hat bû girtin gotiye dibe, Hamyd sefera Suriyê kir be.

Rumyana Bachvarova wezîra navxwe ya Bulgaristanê got"seredederiya wî tam weke ya çekdarên biyanî bû, ev bu sedem nasnama wî eşkere bibe".

Herwiha xanim Bachvarova got erêkirina girtina wî ji aliyê welatên ewropî de jî hatiye ragihandin, ewê horgiliyên pirsa wî bên zelalkirin piştî ew li dadgehê tê lêpirsînkirin.

Wek tê zanîn Xûşka Mourad Hamyd yê niha girtî li Bulgaristanê jina Şerîf Kouaçî bû, yek ji herdu birayên êrîşa xwînî ya ser kovara Charlie Hebdo li Parîsê pêk anî.

XS
SM
MD
LG