Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Paris Rê Û Resmên Rêzgirna Qurbaniyên Êrîşên Terorîstan Tê Lidarxistin


Roja Duşemê di ahenga rêzgirnê ya qurbaniyên êrîşên terorîstî de, yên endamên rêxistina dewleta îslamî(DAIŞ) pêk anî bûn li bajarê Paris, bi xwendina navên qurbaniyan û amadebûna serokê Fransa Francois Hollande hat encamdan.

Komela malbatên qurbaniyan îro weke rêzgirtin û bîranîn ya qurbaniyên êrîşên Îslamiyên radîkal ev çalakiye rêkxist bû, navê qurbaniyan di êrîşên sala par li Parîsê û yên meha tebaxa borî li bajarê Nice ê giyanê xwe jidest dabûn hatin xwendin.

Di Sêrmoniyê de herweha navê qurbaniyên Bruksel, Burkina Faso, Malî û cihên din yên di êrîşên şîdetkariyê de hatbûn kuştin hatin xwendin.

Serokê Fransa Francois Hollande peyvek xwend û got "Êrîşên di asteke weha berberî û pirî kerb û kîn de li dij welatê me pêkhatin êdî wekir ku libîr anîna xwendina navên wan pir giring bimîne û navê wan cih û şopeke giring dihêle".

Yasemîn Merzouq jinek Musiliman û yek ji rizgarbûyên êrîşa Nice bu, di ahenga sêrmoniyê de amade bu, xanim Merzouq got" Êrîş ji aliyê kesên xûnxwar û berbar ve hatine encamdan yên ku ne yasa, ne Ol û ne bawerî heye, wan gel armanc girt bi taybet zaro yên ku, nîşana paşeroja Fransa bûn"..

Wek tê zanîn li roja 13î Çirya paşîn(November)a 2015an endamên rêxistina dewleta Îslamî (DAIŞ)ê li Parîs êrîşên terorist pêkanî bûn û 130 kes hatbîn kuştin, herweha 14î Tebaxa îsal li bajarê Nice dîsan bi trombîleka barî êrîşê sivîlan hatbû kirin û di encam de 86 kes hatbûn kuştin.

fransa ji dema êrîşan heta niha rewşa ewlekarîya awarte ragihandiye.

XS
SM
MD
LG