Lînkên eksesibilîtî

Fransa Dibêje 5 Bergumanên Girtî Dixwest Ser Navê DAIŞê Êrîşan li Parîsê Bikin


Armancên bergumanên girtî li Parîsê

Karbidestên Fransî dibêjin ku di nav hefteya borî de 5 berguman hatine girtin, bi sedema ku wan hazirîya êrîşên ser jimareke armancên li nav û dervayê Parîsê dikirin.

Karbidest didine zanîn ku ew 5 kes wê bi fermana mîlîtanên DAIŞê li Îraq û Sûrîyê ew êrîş bikirana.

Dozgerê Parîsê Francois Molins di preskonferansekê de îro Înê got ku tîmeke komando û zilamek li Marsîlya hatin girtin ku ji wan re hatibû gotin ku çekan peyda bikin.

Molins dîyar kir ku ferman ji herêma Îraq û Sîrîy, ji alîyê fermandarekî DAIŞê ve bi rêya programên parastî dihatin dayîn.

XS
SM
MD
LG