Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dewletên YE Ser Krîza Penaberan li Hev Nakin


Penaberên di navber Lîbya û Îtalya
Penaberên di navber Lîbya û Îtalya

Komîsyona Ewrupa bi raportekê da zanîn ku welatên Yekitîya Ewrupa (YE) ser krîza penaberan li hev nakin.

Di pergala belavkirina penaberan li welatên YE de ti pêşketin çênabe.

YE, di sala 2015’an de biryar dabû ku 160 hezar penaberên çûbûn Îtalya û Yûnanîstan’ê li dewletên yekitîyê belav bike. Bes heta îro tenê 12 hezar penaber li gor vê biryarê li dewletên YE bi cîh bûn.

Dibe ku di rojên were de YE cezayê bide dewletên ku pergala belavkirinê qebûl nakin.

Ji alîyê din ve YE hewil dide ku rota ya Behra Spî jî bigire ku penaber herî zêde di wir re diçin Ewrupa. Îtalya, ji Lîbya tenê 300 km dûr e.

XS
SM
MD
LG