Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Carter: Di Êrîşên Esmanî de Pirtir ji 80 Çekdarên DAIŞ'ê li Lîbya Hatin Kuştin


Wezîrê Berevanî ya Amerîka Ash Carter ragihand ku di êrîşên esmanî yên hember kampên DAIŞ’ê de, bi dehan çekdarên wê rêxistinê li nêzîkî Sirte ya Lîbya hatin kuştin.

"Li gor texmînên pêşîn pirtir ji 80 çekdarên DAIŞ’ê di êrîşên esmanî de hatin kuştin ku piranîya wan meha borî ji operasyona hevkarên me yên ser erdê revîbûn û çûbûn wê derê, “Carter got.

Wî di roja dawîn ya wezîrtîya xwe de da zanîn ku di nav çekdarên kuştî de kesên ku plandanarîya êrîşên li Ewrupa kirine jî hene.

Carter bal kişand ku êrîşên esmanî ji dijminan re nîşan didin ku tevî ku geherina desthilatê li Washingtonê pêk tê, ne hikûmet, ne jî Wezareta Derve vala nasekinin.

Karbidestekî Pentagonê ji VOA re ragihand ku di êrîşên esmanî du firokên B-2 yên bombevan û drone jî hatine xebatandin.

XS
SM
MD
LG