Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Hêzên Amerîkî li Seranser Sînorê Tirkîyê Hatin Cîh Kirin


Berdevkê Pentagonê Jeff Davis îro ragihand ku hêzên Amerîkî li seranser sînorê Tirkîyê û Rojava hatine bi cîh kirin.

Davis bang li hemî alîyan kir ku girjî kêmtir bikin û bala xwe bidin dijminê hevbeş DAIŞê.

Fermandarekî YPG jî ji Reutersê re got ku piştî rewşa aloz ya navbera artêşa Tirkîyê û YPG, hêzên Amerîkî dê li seranser tixub karên çavdêrîyê bikin.

Bi sedan hêzên Amerîkî vê gave li Sûrîyê ne û di operasyona rizgarkirina Reqa de piştgirî didin YPG û HSD’ê.

Demeke zûtir ya îro jêderên Rojavayî ji Dengê Amerîka re ragihandibû ku hêzên koalîsyona navnetewî li herêma Dirbesîyê bi cîh bûne ku roja Pêncşemê bûbû qada şerên dijwar yên navbera hêzên Tirkîyê û YPG.

Rojnamevan Mihemed Hesen ji Dengê Amerîka re ragihandibû ku konvoyeke koalîsyonê li Dirbesîye ku alozîya heyî nermtir bike.

XS
SM
MD
LG