Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: 20% Firokên Sûrîyê Hatin Pûç Kirin


Kapal AL Amerika, USNS Comfort melewati Patung Liberty ketika memasuki New York Harbor untuk ikut membantu meringankan beban rumah sakit dan petugas medis New York dalam merawat pasien COVID-19 di New York City, AS.
Kapal AL Amerika, USNS Comfort melewati Patung Liberty ketika memasuki New York Harbor untuk ikut membantu meringankan beban rumah sakit dan petugas medis New York dalam merawat pasien COVID-19 di New York City, AS.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis da zanîn ku di erîşên ser Bingeha Esmanî ya Şayratê de, 20 ji sedê firokên cengê yên Sûrîyê hatine xerab kirin. Mattis, bi awayekî tund hişyarî da hikûmeta Surîyê ku ew careke din bi çekên kîmyayî êrîşan li dar nexîne.

Mattis di daxuyanîya nivîskî de dîyar kir ku êrîşên Amerîka yên ser bingehê, dijî êrîşa kîmyayî ya hikûmeta Sûrîyê, bersîvdaneke bi teşe ye.

"Serok Donald Trump, jibo pêşî li karanîna çekên kîmyayî bigire û nîşan bide ku ewê li ber êrîşên Esad, ku qaşo tunekirina çekên kîmyayî ragihandibû, bêdeng nesekine fermana êrîşê da” Mattis got.

Wezîrê Pentagonê bi berdewamî eşkere kir ku piştî êrîşên muşekî yên Amerîka, ti girîngîya Bingeha Esmanî ya Şayratê nemaye û karanîna wê ji alîyê leşkerî ve kêrî tiştekî nayê.

Mattis dîyar kir ku hikûmeta Sûrîyê divê careke din çekên kîmyayî nexebitîne ku ger hewil bide ewê tiştekî şaş bike. Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley jî gotibû ku ger pêwîst be ewê Serok Trump jibo Sûrîyê fermana êrîşên nû bide.

XS
SM
MD
LG