Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke Hêzdar ya Dijî Şîayên de Dora 10 Kes li Îraqê Hatin Kuştin


Di encama bombeyeke xwekujî de dora 100 kes li bajarê Hilla ya 100 km başûrê Bexda hatine kuştin, gelekên din jî birîndar bûn.

Jêderên ewlekarî û saxlamî ragihand ku piranîya qurbanî Şîayên Îranî ne ku jibo serdana cîhên pîroz hatibûn wî welatî û dema ew di rê de, li benzînxaneyekê sekinîbûn, bûne armanca êrîşê.

Dîdevanên bûyerê ji Reters re got ku di peqînê de qamyoneke bombebarkirî hate xebitandin û pênc otobus di peqînê de bi tevahî şewitîn.

DAIŞê bi daxuyanîyeke nivîskî ku di înternetê de hate weşandin, berppirsîya êrîş rakir ser xwe jiber ku ewv rêxistina tundrê Şîayan wek kafîr dibîne. Hêjayî bîrxstinê ye ku DAIŞ herwiha li Mûsilê jî şer dike ku mîlîsên Şîa yên bi piştgirîya Îranê jî di wê operasyonê de cîh digirin.

XS
SM
MD
LG