Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Shimon Peres Xoşeviyê Netewa Îsraelê Koça Dawiyê Kir


Shimon Peres Israel
Shimon Peres Israel

Roja çarşemê serokê berê yê Îsraelê li bajarê Tel Avîv di jiyê 93 saliyê de koça dawiyê kir, serokê Amerîka Barack Obama derheqa mirina Shimon Peres de got"Roniya wî vemirya lê hêviyên ku wî dane me, dê heta hetayê geşedar bimînin".

Shimon Peres serok wezîrê berê yê Îsraelê bû, Ew sala 1994an bû xwediyê xelata Nobil, piştî rastî celta Mejî hat, ew rakir nexoşxana Tel Hashomer li nêzîk Tel Avîv, lê roja çarşemê çû rehmetê.

Serokê Amerîka Barack Obama dê beşdariyê di taziya Shimon Peres de bike, ku dê roja Înê di rêûresmek fermî de pêk bihê, herçende heta niha horgiliyên veşartin û taziya wî nehatine diyarkirin.

Serok wezîrê Îsraelê Benjamin Netanyahu daxuyaniyek weşand û têde xembairya xwe da diyarkirin û Peres weke Xoşeviyê Netewa Îsraelê binav kir, hatiye biryardan ku, civata wezîran di seat 7:00 de, li gur dema girêniç di rûniştineke taybet de dê bicive.

Daxuyaniya mirina Peres li nexoşxanê ji aliyê Kurê wî, Bûka wî û Dixtorê wê yê taybet de, hat ragihandin.

Ji dema avakirina dewleta Îraelê sala 1948an heta mirina wî Shamon Perez beşdariya hemû bûyeran kiriye, 70 salan wî di xebata siyasî de kar kirye û gelek caran buye wezîr û serok wezîr û serokê partiya Kar ya Îsraelê.

XS
SM
MD
LG