Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mamostayên Silêmanî Nerazî Ne


Heta niha beşek ji mamostayên bajarê Silêmaniyê di rijdin liser biryara xwe ya ku, di sala nû ya xwendinê de beşdarî proseya hînbûnê nebin û neçin xwendingehan jibo dersdayînê.

Mamosta û Rêvebirên perwerdeyê li Herêma Kurdistanê û piraniya karmendên hikûmetê ev demekê dirêje mehaneyên xwe wernegirtine, malbatên wan di rewşek aburî xerab de dijîn.

Hejmarek ji mamosta û rêvebirên perwerdeya Silêmaniya roja çarşemê di civîneka protyestoyî de dan xuyakirin ku heta şertên wan nehên bicih anîn û mafên wan nehên dan, ewê di sala nû ya xwendinê de neçin xwandingehan û beşdariya proseya perwerdeyê nebin.

Mamosta Dilsoz Alî gote Dengê Amerîka "me biryar daye heta mafên me nehên dan, Em sala nû deriyê xwendingehan venakin".

17î vê mehê wezîrê perwerdê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serdanekê çû bû bajarê silêmaniyê û dabû zanîn ku, roja 27î mehê dê deriyê xwendingehan jibo perwerdeya sala nû ybihên vekirin, lê mamostayan dabû xuyakirin ku ewê di roja vekirina xwendingehan de neyên xwendingehan û meşên protestoyî encam bidin.

Berpirsên perwerdeya Silêmaniyê di rijdin liser destpêkirina proseya xwendinê di dema diyarkirî de, lê mamosta jî dibêjin ewê neçin xwendingehan û beşdarî sala nû ya perwerdeyê nebin.

Raporta Nşçegihan Jiyar Mohamed ji Silêmaniyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:47 0:00

XS
SM
MD
LG