Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên DAIŞ'ê Êrîşî Çeperên Hêzên Pêşmerge Dikin


Pêşmerge
Pêşmerge

Şevê din çekdarên DAIŞ'ê ji çend aliyan ve, êrîşî ser bingehên hêzên pêşmerege kirin, li herêma Zerge ya nêzîkî qeza Xûrmato ya girêdayî parêzgeha Selahedîn (Tikrît).

Efserê Pêşmerge Lûqman Mehmûd cîgirê Lîwa 5an ya hêzên Pêşmerge gote dengê Amerîka "ji hemû aliyan ve, çekdarên DAIŞ'ê şevê din êrîş anî ser çeperên Pêşmergan, lê êrîşa wan bi tûndî ji aliyê Pêşmergan ve hat paşdabirin".

Lûqman herweha dibîje, di êrîşê de Pêşmergekî jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn, xûn li ciyê pevçûnan hatiye dîtin, xûyaye ku, çekdarên DAIŞ'ê hatine kuştin û birîndar bûne lê ew bi xwe re birine, weke efserê oêşmerge Lûqman Mehmûd dibêje.

Hat zanîn ku şevê din, DAIŞ'ê di êrîşê de du çeperên Pêşmergan kontrol kir bûn, lê bi alîkariya balefirên hevpeymanan otombîla DAIŞ'ê ya bombe kirî hat teqandin.

Ebdula Bûr berpirsê eniya Xûrmato ya hêzên Pêşmerge gote dengê Amerîka"şeva bûrî, liv û tevgera çekdarên DAIŞ'ê hebû, me hêzên hevpeymanan agihdar kirin, balefir hatin û ew bombebaran kirin".

Herêma Zerge dikeve nêzîk qeza Xûrmato li qûntara çiya û bilindiyên Hemrîn ku, DAIŞ weke bazberekê jibo hatin û çûna di navbera Hewêce û parêzgeha Diyala de bikar tîne.

Temamiya raportê gûhdarî bike.

Şeva Sêşem/Çarşemê DAIŞ'ê Êrîşî Çeperên Pêşmergan Kir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:16 0:00

XS
SM
MD
LG