Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Peymana Îqlimê ya Parîsê Vekişîya


Serok Trump li Bexçeya Gulan ya Qesra Sipî biryara vekişînê radigihîne
Serok Trump li Bexçeya Gulan ya Qesra Sipî biryara vekişînê radigihîne

Serok Donald Trump ragihand ku Amerîka ji Peymana Îqlimê ya Parîsê vekişîyaye. Bîragiştî demeke dirêj e li ber bû ku Trump biryareke wisa bide. Serok Trump biryara vekişînê ji Bexça Gulan ya Qesra Sipî ragihand.

Bi vê biryarê Amerîka ket koma dewletên wek Sûrîye û Nîkaragua ku wan jibo peymanê îmza nedaye.

Trump dîyar kir ku tevî vekişîna ji peymanê jî ewê jibo peymaneke hin adil dest bi hevdîtinan bikin.

Serokê berê yê Amerîka Barack Obama li dijî biryara vekişînê bertek nîşan da.

‘’Ez rind dizanim ku eyalet, bajar û sazîyên Amerîkî jibo cîhana me biparêzin ewê rabin ser nigan û pêşengîyê bikin.’’ Obama got.

Şaredarên bajarên mezin yên Amerîka dîyar kirin ku biryara Trump çi be jî ewê li gor peymanê tevbigerin.

‘’Ger Qesra Sipî ji Peymana Îqlimê ya Parîsê vekişe emê wê peymanê li Los Angeles’ê îmza bikin’’ Bajarvanê Los Angelesê Eric Garcetti li ser Twitter’ê nivîsî.

Bajarvanê New Yorkê Bill de Blasio jî li ser Twitterê da zanîn ku ew difikirin ku biryarnamekê bo domandina peymanê îmza bikin.

Sazîyên giregir yên wek Apple, Google û Exon Mobil bi bangewazîyên li ser rojnameyan ji Trump xwestibûn ku Amerîka ji Peymana Îqlimê ya Parîsê venekişîne

XS
SM
MD
LG