Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozger: Îfadeya Dîdevan û Gotinên Pistorius Hevdu Digirin


Vekolerekî Afrîkaya Başûrî dibêje, dîdevanekî derengîya roja Pêncşemê dengê guleyekî ji mala lîstikvanê olîmpîk Oscar Pistorious bihîstîye. Li gorî dîdevan, piştî wê yekê, dengê jinekê hatîye û bêtir gule jî peqîyan.

Di doza kuştina keçhevala Pistorius, Reeva Steenkamp de vekoler îro Çarşemê îfadeya xwe di rûniştina guhdarîkirinê de da.

Dozger dibêjin, teqelêdan kuştineke bi mebest bû. Lê, Pistorious rijdîyê dike ku wî bawer dikir dizek derbazî mala wan bûye, lewra wî teqe lê dabû.

Vekoler herwiha got, polîsan fîşekek ji derveyî destavê dîtine, cihê ku dozgir dibêjin, Steenkamp xwe tê de asê kiribû berî teqelêdan pêk were. Di destavê de jî 3 fîşek hatine dîtin.

Hêjayî gotinê ye, malbata Steenkamp do Sêşemê behînameyeke taybet li bajarê Port Elizabeth lidar xistin, li dema ku rûniştina guhdarîkirinê li dadgehê birêve diçû.
XS
SM
MD
LG