Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Kurd Îdia Dikin ku Wan Helîkoptera Tirk Anî Xwarê


Helîkoptereke Cougar ya artêşa Tirk
Helîkoptereke Cougar ya artêşa Tirk

Li gor raporteke ajansa AFP, Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro Înê îdia kir ku şervanên wê helîkoptereke artêşa Tirkîyê anîye xwarê ku 13 kes tê de hatibûn kuştin.

"Helîkoptereke Cougar ya artêşa Tirk ya dagirker ji alîyê şervanên me, li esmana herêma Şenoba hate xistin," daxuyanîya PKK'ê ku ji alîyê ajansa nûçeyan ya Firatê hate weşandin, got.

Serhildayên Kurd da zanîn ku di nav helîkopterê de fermandarên ku operasyona li Çîyayê Kato rêve dibirin hebûn.

AFP bal kişand ku îdiaya PKK’ê berevajîya daxuyanîya artêşa Tirkîyê ku di 31’ê Gulanê de îdia kiribû ku helîkoptereke wê di qazayekê de gêr bûbû û vekolîna bûyerê hîn jî berdewam dike.

Medya Tirk ragihandibû ku serokerkanê artêşa Tirkîyê General Hulusî Akar û jimareke wezîr çûbûn cîhê bûyerê ku vekolînan bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku şerê navbera serhildayên Kurd û hêzên ewlekarî yên Tirk di demên dawî de zêde bûne, piştî ku peyvajoya aştî di sala 2015’an de têk çûbû.

XS
SM
MD
LG