Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vladimir Putin: Guhertin li Sûrîyê Pêdivî ne


Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Pêncşemê got, Rûsya niha dizane ku guhertin li Sûrîyê pêdivî ne, lê ew herwiha xem û fikaran dikişîne ku hilanîna Serok Beşar Esed ji ser desthilatê dê bibe egera pirtir tundûtûjîyê li wî welatî.

Ev nirxandina nû ya Putin hate kirin, tenê hefteyekê piştî ku nûnerê herî bilind yê Rûsya bo Sûrîyê gotibû ku welat ji bin kontrola hêzên Esed derdikeve.

Tevî ku Wezareta Derve ya Rûs ew daxuyanî red kir, ev bûye çend meh ku pispor pêşnîyar dikin ku Kremlin dest ji hevalbendê xwe yê demdirêj berdide.

Serokê Rûsya Vladimir Putin di konferanseke rojnamevanî ya salane de got, Moskow li çareyekê digire ku nehêle Sûrîyê parçe bibe yan jî têkeve nav şerekê navxweyî yê bêdawî.

Putin got ku lihevkirinên ser bingeha serkeftina leşkerî ne karîger in.

Rûsya bi awayekî berdewam hewildanên civaka navnetewî betal kirîye, ya ku dixwest fişarê li ser rejîma Esed zêdetir bike. Ev jî bûye sedema rexnegirtina li Moskowê ku ew piştgirîya Esed dike.

Lê Rûsya dibêje ku helwesta wê ne jibo piştevanîya Esed e.
XS
SM
MD
LG