Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin ji Qeşeyan Dixwaze jibo Leşkerên ku Sûrîyê Mirine Duayan Bikin


Serokê Rûsya Vladimir Putin serdana dêreke navdar yê Rûsî kir ku jibo leşkerên ku li Sûrîyê hatine kuştin, duayan bike.

2 leşkerên Rûsî di dawîya hefteya borî hatibûnkuştin, dema çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) helîkoptera wan li nêzîkî bajarê Palmyra ya dîrokî anîbû xwarê.

Berdevkê Kremlîn Dmitry Peskov îro Duşemê ragihand ku Serok Putin roja xwe li Dêra Valaam ya nêzîkî sînorê Fînland derbas dike, ku ew kelîse di sedsala 14an de hatibû çêkirin.

Peskov ji nûçegîhanan re got ku Putin ji qeşeyên dêrê û serokê Dêra Ortadoks ya Rûsî xwestiye ku kesên ku jibo Rûsya şer dikin û canfêda dibin, bi bîr bînin û duayan ji wna re bikin.

XS
SM
MD
LG