Lînkên eksesibilîtî

Putin û Erdogan bi Telefonê Derbarê Sûrîyê Peyîvîn


Putin û Erdogan li Stenbolê

Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro bi telefonê peyîvîn û êrîşa ser leşkerên Tirk li nêzîkî bajarê Bab ya Sûrî gotûbêj kirin.

Qesra Kremlîn ragihand ku axaftin bi awayekî avaker derbaz bû û her du rêber hevbîr bûn ku dîyaloga karîger bidomînin û hewilên dijî terorîzma navnetewî kordîne bikin.

Artêşa Tirkîyê do Pêncşemê ragihandibû ku di encama êrîşên esmanî de 3 leşkerên wê kuştin ku bawerî heye yên êrîş ji alîyê firokên rejîmê ve hatin kirin.

Ku were piştrast kirin wê cara yekê be ku leşkerên Tirk ji alîyê hêzên Beşar Esad ve têne kuştin. Rûsya piştgira serekî ya Esad e, lê Tirkîyê jî piştevana serhldayên Sûrî ye ku ew ji dixwazin Esad ji desthilatê gêr kin.

Di axaftonê de Erdogan ji Putin re got ku Tirkîye rêze li yekbûna axa Sûrîyê digire û armanca wê ya ketine nav axa Sûrî têne jibo qewitandina çekdarên DAIŞ'ê ji deverên ser sînora wê ye.

XS
SM
MD
LG