Lînkên eksesibilîtî

Putin: Amerika li Sûrîyê Amadekarîya Êrîşên Provokatîf Dike


Serokê Rûsya Vladimir Putin

Serokê Rûsya Vladimir Putin da zanîn ku jibo ku ew bizanibin berpirsê êrîşa kîmyayî ya li Sûrîyê kî ye, ewê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) bidin.

Putîn dîyar kir ku li gor agahîyên wan yên îstixbaratî, Amerîka li Sûrîyê plana êrîşên nû kiriye.

"Îstixbarat giheşt me ku li Şamê û hin deverên din amadekarîya êrîşên provokatîf têne kirin. Dê çekên kîmyayî di van deran kin û hikûmeta Sûrîyê bi karanîna wê sûcdar bikin."

Serokê Rûs, çend demjimêr berî Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson here Moskow wisa axifî.

Tillerson ewê îro Çarşemê bi hevatayê xwe yê Rûs Sergei Lavrov re bicive, lê jêderên fermî hîn nedena zanîn ku ewê Tillerson û Putin kom bibin yan na.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG