Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnertiya Rojava li Berlin Tê Vekirin


Roja Înê 6î.05.2016 Sîpan Îbrahîm nûnerê Elmaniya yê Xweseriya Demokratîk li Rojava jibo pişka Kurdî ya Dengê Amerîka got, ewê bi şêweke fermî nûnertiya Îdara Xweseriya Demokratîk (Rojava), li bajarê Berlin bidin vekirin.

Sîpan da zanîn bi armanca berfirehkirina nûnertî û dîplomasiya Rojava, ew dixwazin li piraniya welatan nûnertiya xwe vekin û ew dixwazin hemû pêkhateyên li Rojava ji Kurd û Ereb û Sûryanan cihê xwe di van nûnertiya da bibînin.

Bi beşdariya aliyên kurd li Elamnaiya û partiyên di xweseriya demokratîk de beşdar, herweha endam parlamenên Elmanî û Civaka Kurd li Elmaniya di merasîma vekirina nûnertiyê dê amade bibin.

Sîpan Îbrahîm got, ew hêvîdarin aliyên fermî yên hind wezartên Elman jî beşdarî vekirina Ofîsa nûnertiyê bibin, vekirina nûnertiya Îdara xweseriya demokratîk li Rojava bi hevkariya Asûriyan û Kurdan û li gur yasayên dewleta Elman hatiye rêxistin, ewê di rojên pêşda hemû pêkhateyên Rojav bixin di nûnertiyan de, weke Sîpan Îbrahîm dib êje.

Sîpan Ebdula Nûnerê Îdara Xweseriya Demokratîk li Elmaniya
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:37 0:00

XS
SM
MD
LG