Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Mislim: Çekdayîna YPG'ê Biryarek Pîroz E


Serok Trump roja Sêşemê bi biryarekê ragihand ku ewê çekên giran bidin Kurdên Sûriyê jibo rizgarkirina Reqa ku weke bingeha serke ya Dewleta Îslamê DAIŞ'ê tê nasîn.

Reaksîyonên cûda derbarê vê biryara Amerîka derketine: Berpirsên dewleta Tirk li dij biryara Amerîka daxûyanî dan, YPG'ê û HSD'ê bi kêfxweşî pêşwaziya biryarê kirin.

Salih Mislim, hevserokê PYD'ê di hevpeyvîneke taybet de derbarê biryara Amerîka ya dana çekên giran peyîvî.

"Her çend e dereng maye, lê dîsa biryareke pîroz e jiber ku me û Amerîka armancehe hevbeş heye, ew jî nehêlana DAIŞ'ê ye. Jiber wê yekê em di derbarê vê biryara Amerîka de kêfxweş in".

Mislim da zanîn ku dema biryareke wiha ji rêvebirîya Amerîka derdikeve tê wateya ku bawerî bi Kurdan heye.

Hevpeyvîn li gel Hevserokê PYD Salih Mislim
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:41 0:00

XS
SM
MD
LG