Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqînek Bihêz li Qamîşlo Pêkaht Gelek Kuştî Û Birîndar Hene


Mideast Syria
Mideast Syria

Roja çarşemê dewruberên seat 9î serê sibê li bajarê Qamîşlo li taxê rojavayê bajêr li hemberê avahiyê asayişê li ser riya Qamîşlî û Amûdê peqînek pêkhat di encamê peqînê de wêraniyek mezin pêkhatiye û gelek kuştî û brîndar hene.

Nûçeyên ji herêmê didin xûyakirin ku êrîşa bi trombêlek barî ya vegohastina pez û heywanan ya pirî madên peqînan pêkhatiye.

Heta amadekirina vê nûçeyê, hejmara dirust ya qurbaniyan nehatiye zanîn. Asayişa giştî ya Rojava daxuyaniyek weşandîye, di daxuyinyê de hatiye gotin ku peqîn bi riya trombêlek bombekirî pêkhatiye û xelkê sivîl kirine aramanc, herweha daxuyanî dibêje" roja çarşemê derdura seat 9:23î serê sibê trombêlek bombekirî li taxa rojvayê bajêrê Qamîşlo hatiye peqandin, gelek birîndar hene û heta niha lêgerîn li dur qurbaniyan berdewame yên ku li jêr xirbeyan de mane".‌ Heta niha hîç aliyekî peqîna qamîşlo ne girtiye ser xwe.

Dîmenên Destpêkê Yên Peqîna Qamişlo
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:58 0:00

‌Dîmenên Hewildanên Derxistina Qurbaniyên Peqîna Qamîşlo li Jêr Xirbeyan
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:39 0:00

XS
SM
MD
LG