Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Tirkîyê Gêra Yekê ya Guhertina Destpekê Temam Kir


Parlemena Tirkîyê hefteyeke jibo pêşnîyara guhertina destûrê bê guhertin deng bikar tîne. Dengdana tura yekê ku ji 18 xalan pêk dihat, bi 344 dengan hate pejirandin û bi vî awayî tura yekê ya pêşnîyara guhertina qanûna bingehîn bi dawî bû

Di xala dawîn ya 18’an de hikumê ku berê digot ‘Kesê dibe serokomar, têkîlîya wî bi partîya sîyasî re namîne' ji holê rabû. Di heman demê de bi van guhertinan re hejmara parlamenteran derdikeve 600’an, hilbijartina parlamentoyê û ya serokomarîyê ji 5 salan carekê û di heman rojê de wê bên çêkirin.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) guherîna qanûna bingehîn boykot kir û beşdarî dengdanan nebû. Partîya Gel ya Komarî (CHP) jî dengê ‘na’ bikar anîbû. Bi lihevkirina AKP û MHP tura yekê xilas bû

Hêjayî gotinê ye ku eger di tura duyê de 330 wekîl jibo pêşnîyar bê guhertin, dengê ‘erê’ bikar bîne, wê pêşnîyar bi biryara serokomar here referandumê û li gor biryarê referandumê berîya bidawîbûna rewşa awarte wê bê kirin.

ZY_1_16_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:09 0:00

XS
SM
MD
LG