Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Ceng yê Tirkîyê Bingehên PKK li Bakurê Îraqê Bombebaran Dike


Ajansa AFP radigihîne ku firokên ceng yên Tirkîyê îro Duşemê armancên PKK yên li bakurê Îraqê bomberan kirin, di vê demê de ku artêşa Tirk operasyona hember Kurdên li Sûrîyê jî didomîne.

AFP ji zarê Ajansa Anadolu (AA) ya dewletê ragihand ku firokên Tirk vê sibê li armancên PKK li devera Gara ya bakurê Îraqê xistin.

AA îdia kir ku hemî hedefên PKKê yên lêxistî hatin rûxandin.

Şerê navbera artêşa Tirk û PKK gûr bûye, piştî ku peyvajoya aştî sala borî hilweşîye û PKK êrîşên xwe yên dijî hêzên ewlekarîyê zêde kirine.

Dîsa, ji roja Çarşemê vir ve Tirkîye operasyona xwe ya hindurê Sûrîyê didomîne û DAIŞ û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike armanc.

XS
SM
MD
LG