Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Spî: Amerîka Dê 110 Hezar Penaberan Werbigire


Josh Earnest Wezîrê Ragihandinê (peyvdarê Qesra Spî)
Josh Earnest Wezîrê Ragihandinê (peyvdarê Qesra Spî)

Roja Pênşemê qesra spî pilaneka xwe esker kir û da zanîn ku, di sala dahatî de, Amerîka dê 110.000 penaberan li welatê xwe qebul bike.

Ev pilan di wî çaxî de hat eşkerkirin dema danûstendinên dijwar li Amerîka derheqa wergirtina hejmara zêde ya penaberan de heye.

Josh Earnest wezîrê ragihandinê da zanîn ku Amerîka libere sala 2017an 30% ji hejmara penaberan werbigire ku ev rêje dibe 110.000 penaber, di nava vê hejmarê de 40.000 dê ji rojhilata navîn bihên wergirtin, ev daxuyaniya qesra spî di wî demî de hat, dema Netewên Yekgirtî liber heftiya bihê kongirek navnetewî ya kirîza penaberan li cîhanê encam bide.

Earnest ji qesra spî ragihand û got " Li vêderê dixwazim bêjim li gur vê pilanê ew kesên dê bihên wergirtin, dê gelek bi hurî liser raburiyê wan hête rawestîn û lêkolînkirin, ji wan kesan zêdetir yên ku, berî niha weke penaber hatine qebulkirin"

Herweha Josh Earnest dibêje serok Obama ji her kesî zêdetir ewlekariya Amerîka giring dibîne, jiber vê yekê divê lêkolîn liser wan hemû kesan bihên kirin yên ku dê weke penaber bihên wergirtin.

Penaberên Sûrî di nav pilanê de ne, jiber şerên li Sûriyê yê sala 2011an hatî destpêkirin, heta niha nêzîkî 5 Miliyon kes li Sûriyê koçber bûne, berî niha Amerîka ragihand bû ku di îsal de ewê 10 hezar penaberên Sûrî werbigrin.

XS
SM
MD
LG