Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Trump Wê Zîyaretvanên Qesra Sipî Eşkere Neke


Rêvebirîya Trump îro Înê ragihand ku berevajîya rêbaza rêvebirîya Obama, ewê nema lîsta kesên ku sardana Qesra Sipî dikin, eşkere bike.

Dîrektorê Ragihandinê ya Qesra Sipî, Michael Dubke dîyar kir ku biryar jiber xeterîyên mezin yên ewlehîya netewî û bona parastina mafê nepênîmana bi hezaran zîyaretvanîn Qesra Sipî hate girtin.

Dubke bal kişand ku rêvebirîya wî dê sîyaseta li ser biryara dadgehê ya 2013an bişopîne ku gotibû navên kesên ku serdana Qesra Sîpî kirine, lîsta tomarê ya serokî ne û ne di bin çarçoveya Qanûna Azadîya Pêzanînê (Freedom of Information Act) e.

Jimareke rêxistinên azadîya hemwelatîyan rêvebirîya Trump dabû dadgehê ku qayidên zîyaretvanên Qesra Sipî ku piştî hatina Trump nehatine ragihandin, eşkere bike.

Ew sazî îdia dikin ku tomara navan mulkê Secret Service e, ku sazîya fermî ya hikûmetê ye ku serokên Amerîkî diparêze û ew jî li gor Qanûna Azadîya Pêzanînê ji bîragiştî re vekirî ne.

XS
SM
MD
LG