Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Gumankirî ya Talîbanê de 13 Leşkerên Afganî Hatin Kuştin


Di êrîşeke gumankirî ya Talîbanê de 13 leşkerên Afganî li bakurê wî welatî hatine kuştin.

Êrîşa derengîya şevê ya ser xaleke kontrolkirinê, li herêma Qunduz ya kêşebar qewimî.

Fermandarê polîsan Sher Aziz Kamawal got, du leşkerên gumanbar ku peywendîya wan bi Talîbanê heye, leşkerên Afganî qir kirin, dema êw hemî di xew de bûn.

Kamawal got ku êrîşvanan piştî pêkanîna qirkirinê, ji xala kontrolê revîn û xwe gîhandin Talîbanê.

Lê, berdevkê Talîbanê Zabihullah Mujahid îdia kir ku şervanên wan avêtin ser xala ewlehîyê û leşkerên Afganî bê bandor kirin.

XS
SM
MD
LG