Îro Çarşemê leşkerîya Amerîka xuya kir ku ew di wê bawerî de ne ku di çend hefteyên bên de ewê bajarê Reqa ya navenda Dewleta Îslamî bixin di çemberê de û bi temamî wê dorpêç bikin.
Weke berpirsên leşkerî yên Amerîkî dibêjin, ev dê bibe sedem ku di qonaxa dahatî de kontrola bajêr jî bê kirin.
Kolonêl John Darrian, berdevkê hevpeymanîya navnetewî ya şerê dijî DAIŞ'ê ya bi rêbertîya Amerîka, ji Bexda daxuyanîyên girîng dan.
"Tiştê ku em dibînin ew e ku di hefteyên bên de emê bi temamî bajarê Reqqa dorpêç bikîn û paşî dê dest bi qonaxa çûna nava bajêr wê destpê bike."