Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ewrupa Dibêje Encamên Referanduma Tirkîyê Parçebûna Wê Nîşan Dide


Ser encamên referanduma Tirkîyê karbidestên gelek welatên Ewrupî daxuyanî dan.

Serokomarê Fransa Francois Hollande dîyar kir ku encamên referandumê Tîrkîyeya parçebûyî nîşan dide û bang li rayedarên Tirk kir ku ji dengên rikeberîyê û nirxên Ewrupî re rêzê bigirin.

"Fransa ewê raporên çavdêrên bîyan bi baldarî bişopîne ku ka hilbijartin azad û adil e yan na" Hollande got.

Hollande bi berdewamî da zanîn ku ger Tirkîye bidarvekirinê careke din bixe qanûnê, ewê zerarê bide keda Tirkîye ku dixwaze di nav sazîyên Ewrupa da cîh bigire.

Wezîre Karên Derve yên Avusturya Sebastian Kurz dîyar kir encamên referandumê, ewê peywendîya Yekîtîya Ewrupa (YE) û Tirkîyê ji berê lihevketîtir bike. Kurz herwiha got ku encam nîşan dide ku Tirkîye çawa parçe bûye.

Raportora Parlamentoya Ewrupa Kati Piri da zanîn ku encamên referandumê nîşan didin ku bi mîlyonan Tirk alîgirê nirxên Ewrupa ne û got ku YE divê derîyên xwe ji wan re negire.

Wezîrê Karên Derve yên Almanya Sigmar Gabriel jî dîyar kir ku Tirkîye divê jibo berjewendîyên xwe dûrî Ewrupa nekeve. Sigmar got ku Bruksel jî jibo demokratîkkirina Tirkîyê divê hewlên xwe bidomîne.

XS
SM
MD
LG