Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ser Referanduma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê Fikarên Xwe Dibêje


Wezareta Karên Derve yên Amerîka ser biryara referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê dîyar kir ku Amerîka vê daxwazê fehm dike û teqdîr dike, lê fikarên wê hene.

Berdevka wezaretê Heathers Nauert di preskonferansekê de da zanîn ku Amerîka piştgirîya Îraqeke yekgirtî, federal, demokratîk û bi îstiqrar dike.

"Me fikarên xwe gihandin karbidestên Herêma Kurdistanê ku referandum dikare wê ji karên herêmê yên li pêş dûr bixe ku ew têkbirina DAIŞ'ê, îstiqrar, vegerandina koçberan, çareserkirina krîza aborî ya herêmê û qedandina nakokîyên siyasî yên navxweyî ne." Nauert got.

Nauert bi berdewamî dîyar kir ku daxwaza wan ji karbidestên herêmê ew e ku arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexda de çareser bikin û di ser qanûnên Îraqê re peywendîyên siberojê di navbera her du alîyan de çêkin.

XS
SM
MD
LG