Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Nasnama Êrîşvanê Peqîna Stenbolê Piştrast Dike


Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim piştrast kir ku hêzên ewlekarî bergumanê êrîşa Sala Nû li Stenbolê desteser kir ku 39 kes di wê êrîşê de hatibûn kuştin.

Yildirim bergumanê desteserkirî wek terorîstekî hov bi nav kir û got ku divê niha kesên li pişt wê êrîşê bêne zelal kirin.

Medya Tirkî ragihandibû ku navê kesê girtî Abdulkadir Masharipov û ew di operasyoneke polîsan de li taxa Esenyurt li Stenbolê hate desteser kirin.

Walîyê Stenbolê Vasîp Şahîn îro Sêşemê ragihand ku rêçtilîya Masharipov û ya êrîşvan wekhev in. Şahîn bi berdewamî da zanîn ku ew kesê Ozbek li Afganistanê hatiye perwerde kirin û di destpêka sala borî hatiye Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG