Lînkên eksesibilîtî

SOHR: Di Êrîşeke Esmanî de li Reqa 33 Kes Hatin Kuştin


Sîvîlên ku ji Reqa direvin

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), îro Çarşemê ragihand ku li nêzî Reqa, di êrîşeke esmanî ya ser dibistaneke ku bêwar têde diman, herî kem 33 kes hatin kuştin.

Ajansa çavdêrîyê dîyar ku tê guman kirin ku koalîsyona ku Amerîka pêşengîya wê dike êrîşa esmanî li dar xistîye.

Dîrektorê SOHR’ê Ramî Abdulrahman ji Reuters’ê re got ku aktîvîstên wan li nêzî gundê el-Mansura ya li rojavayê Reqa herî kêm 33 cesed hêjmartine.

Abdulrehman bi berdewamî da zanîn ku êrîşa esmanî şeva Duşemê pêk hatîye

XS
SM
MD
LG