Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyonê Hêzên Amerîkî û Sûrî ji Esmên Daxist Reqa


HSD
HSD

Koalîsyona ku Amerîka pêşengîya wê dike, hêzên Amerîkî û yên Sûrî, ji esmên daxist nêzî Tabya ya Reqa.

Bi vê gavê eşkere bû ku di operasyona Reqa de qonaxeke nû destpê kiriye.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi daxuyanîyekê da zanîn ku ewê di operasyonê de herêma Tebqa bistînin û rê li ber pêşdeçûna hêzên hikûmeta Sûrîyê bigirin.

DAIŞ, Reqa wek paytaxta xwe dibîne ku hêzên koalîsyonê di van rojên dawî de pirtir diçin ser wî bajarî. Di rojên Şemî, Yekşem û Duşemê de, li wir her roj 20 êrîşên esmanî hatin li dar xistin.

Êrîşên esmanî li gor par zêde bûne. Di Rêbendan û Sibatê de, her meh 550 êrîşên esmanî hatin li dar xitin. Par, di 6 mehên dawî de her meh nêzî 350 êrîş pêk hatibûn.

Piranîya êrîşên esmanî yên koalîsyonê firokên Amerîka li dar dixînin.

XS
SM
MD
LG