Lînkên eksesibilîtî

YPG: Operasyona Reqa di Serê Nîsanê de Destpê Dike


Li bakurê Reqa şervanekî YPG'ê

Li bakurê Reqa şervanekî YPG'ê

Fermandarekî payabilind yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), îro Înê ji Reuters’ê re ragihand ku operasyona Reqa, dê di serê meha Nîsanê de destpê bike.

Fermandar dîyar kir ku tevî ku Tirkîye bi tundî li dij hevkarîya Amerîka û YPG’ê derdiket jî ewê bi hev re operasyona Reqa li dar xînin.

Berdevkekî Pentagonê da zanîn ku hîn derbarê operasyona Reqa de ti biryar nehatîye dayîn.

Di serî de YPG, hêzên ku Amerîka piştgirîya wan dike li Sûrîyê nêzî Reqa dibin û li Îraqê jî Artêşa Îraqê bi hevkarîya hêzên Amerîkî çekdarên DAIŞ’ê dorpêç kirine.

Agahîyên ser dîroka operasyona Reqa, cara yekê fermandarê YPG’ê Sipan Hemo ji Reuters’ê re eşkere kir.

Fermandarê ku pir bi medya re napeyîve pirsên ajansê bi nivîskî bersivandin.

Hemo dîyar kir ku operasyon di serê Nîsanê de destpê dike û ew bawer dikin ku Reqa di çend hefteyan de ji DAIŞ’ê rizgar bikin.

Enqere jiber ku YPG’ê wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne ji Washingtonê xwestibû alîkarîya leşkerî ji ser yekîneyan bibire. Karbidestên Tirk xwestibûn ku li şûna şervanên Kurd, Amerîka bi serhildayên Ereb re operasyona Reqa li dar xîne.

Hemo da zanîn ku YPG, ewê bi Erebên di Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re here operasyonê.

‘’Ji hêzên operasyona Reqa 25 ji sedê YPG ye ku di şerê bajêr de bi tecirbe ye û dikare birêve bibe’’ Hemo got.

Berdevkê Pentagonê Jeff Davis jî got ku wan hîn ti biryar nedaye ku ewê çawa û çi wext dest bi operasyona rizgarkirina Reqa bikin.

Davis ser gotinên Hemo dîyar kir ku ew nikare bêje operasyon wê çend hefteyan dewam bike yan na.

‘’Wexteke fire hebû ku DAIŞ amadekarîyên berevanîyê bike. Di malan de mayîn bi cîh kirine û wesayîtan jî jibo peqînê bi kar tînin. Ew hemî dikin ku dema rizgarkirinê dirêj bibe.’’ Davis got.

Li gor Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) di Reqa de niha 200,000 kes heye û piranîya rêberên DAIŞ’ê jî hîn li wî bajarî ne.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG