Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Divê Kurd Beşdariya Rizgarkirina Reqqa Nekin


Roja çarşemê wezîrê derve yê Tirkiyê ragihand ku, nabe şervanên Kurd beşdariyê di rizgarkirina bajarê Reqqa de bikin, divê bitenê hêzên ku, xelkê wê herêmê ne, bi tenê ew beşdar bibin, nabe Hêzên Parastina Gel (YPG) beşdar dibin, weke ajansa Reuters li gur axiftinên wezîrê derve yê Tirkiyê radigehîne.

Amerîka Hêzên Parastina Gel(HPG)ê weke hevpeymanên xwe yên şerê li dij çekdarên dewleta Îslamê (DAIŞ) dibîne, lê Tirkiyê wan terosrîst dibîne, jiber girêdana wan ya bi şervanên kurd re, ku li Tirkiyê ev zêdetirî 30 salane şerê hikûmetên Enqerê dikin.

Mavlut Çavişoglu ev axiftin di press Konferansekê de kirin, ya ku roja Çarşemê li Enqerê encamdayî.

XS
SM
MD
LG