Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Rewşa Awarte 3 Mehên Din Dirêj Dike


Reuters'ê ji zarê Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Numan Kurtulmuş ragihand ku roja Çarşemê, Rewşa Awarte (OHAL) 3 mehên din tê dirêj kirin.

Kurtulmuş da zanîn ku Desteya Wezîran biryara dirêjkirina 3 mehan ya Rewşa Awarte (OHAL) îmza kiriye.

Biryar ji parlementoyê re hat şandin ku piştî pejirandina wê ewê OHAL ya nû destpê bike.

OHAL, ku piştî hewila darbeya 15ê Tîrmehê ya 2016an cara yekê hatibû ragihandin, bi vê dirêjkirina nû ya çaran, salekê temam dike.

XS
SM
MD
LG