Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

406 Rewşenbîr Dijî Zextên Ser HDP'ê Nerazîbûn Nîşan Didin


406 sîyasetvan, hiqûqnas, hunermend û akademîsyen bi danezaneke hevpar, nerazîbûna ya xwe li dijî zextên ser Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) nîşan da.

Di danezana ku nav ‘’Em Napejirînin, Daxwaz Dikin’’ e de, rewşenbîran dîyar kir ku zordarîyên li ser HDP’ê, li dijî qanûna bingehîn, exlaqa sîyasî û mafên mirovan yên cîhanî ne.

406 rewşenbîr di danezanê de xwest ku li Tirkîyê, Rewşa Awarte (OHAL) bi dawî bibe û referanduma 16’ê Nîsanê di hebûna azadî û aramî de pêk were.

Di nav kesên piştevan de Alî Fîkrî Işik, Faîk Bulut, Ferhat Tunç, Fîkret Başkaya, Firat Epozdemir, Gulten Kaya, Halîl Savda, Hîcrî Îzgoren, Îsmaîl Beşîkçî, Nurcan Baysal, Selîm Temo, Sînan Çiftyurek, Suzan Samanci û Tarik Zîya Ekîncî jî hene.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, 13 parlamenterên wê girtî ne.

XS
SM
MD
LG