Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson roja Çarşemê dest bi seredana xwe ya sê welatan dike û qûnaxa yekê ya seredana wî Japonya ye.
Armanca sereke yê vê seredanê danûstendinên bi hevpeymanên Amerîka re ye, yên derbarê metirsiya Atom û Sîstema Rokêtên Koreya Bakûr.
Tillerson sibê roja Pênçemê dê bi serok hikûmetê Japoniya Shinzo Abe û wezîrê derve Fumio Kishida re bicive.
Pilana Tillerson ewe ku roja Înê seredana Koreya başûr bike û li gel serokê dewletê yê bi wekalet Hwang Kyo-ahn û wezîrê derve Yun Byung-se bicive, di pilana Tillerson de nîne ku, li gel opzisyonê dîdarên pêk bîne.
Di seredana van herdu welatan de armanca sereke ya Tillerson, piştevaniya Japoniya û Koreya başûre ji gefên Koreya bakûr.
Qûnaxa dawiyê ya geşta Tillerson Çîn'e, ewê bi serokê welat Xi Jinping (Şî Jingpêng) re bi cive û behsa pilana serokê Çînê ya hatina wî bo Amerîka û encam dana civînên Lotke li gel Serok Donald J. Trump ku tê texmîkirin li meha Nîsanê li Florida bihê encam dan.